Doza Ayşe Gokhan dîsa hat taloqkirin

Doza aktîvîsta TJA û Hevşarêdarê berê ya Nisêbînê Ayşe Gokhan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hat dîtin. Dadgehê dîsa biryar da ku Ayşe Gokkan girtî bê darizandin û doz taloqî 30ê Kanûnê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûniştina 2’yemîn a doza Ayşe Gokhan li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.

Ayşe Gokhan ku bi Kurdî parastina xwe kir beraatê xwe xwest û got: “Em jinên Kurd tên darizandin. Tim bi tacîza dadê re rûbirû tên.

Heke jinên ekolojîk, demokratîk û azad wek xeterî tên nîşandayîn, xeteriya herî mezin ewên wisa nîşan didin. Em ne xeterî ne. Tiştên di doznamê de cih digrin; xebatên min yê ji bo jinan û gel kirine, ev jî ne sûc in.” 

Heyeta dadgehê dîsa daxwaza Ayşe Gokhan qebûl nekir û biryara berdewama girtî darizandina Ayşe Gokhan da. Heyetê doz taloqî 30’ê Kanûnê kir.

 

NADA: Em vê rojê bikin roja hevgirtina cîhanî

 

Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn (NADA) beriya rûniştinê daxuyaniyek weşand û banga piştgiriyê li Ayşe Gokhan kir. 

NADA diyar kir ku darizandina Ayşe Gokhan bi fikarên mezin dişopînin û wiha berdewam kir: “Berê berdevka Tevgera Jênên Azad (TJA) bû, dengê bilind ê jinên ku serî ji zilm û şîdetê re neditewand bû.

Darizandina aktivîsteke weke Ayşe Gokkan mijareke şexsî nîn e; têkildarî azadiya jinan û diyarkirina çarenûsa wan bi xwe ye. Mijareke mirovî û exlaqî ye.”

NADA’yê di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku bi Ayşe Gokhan re di nav hevgirtinê de ne û bang li her kesî kir: “ Tevgerên femînîst divê bi vê jina ku di mercên herî zor de ala azadiyê bilind kiriye re di nava piştgiriyê de bin û dengê xwe derxin.

Divê hêzên demokratîk û gelên aştîxwaz, vê dozê weke sembola têkoşîna azadiyê ya li dijî zilmê bibînin.

Azadî nikare were darizandin, edalet nayê hepskirin û berxwedana rewa sûc nîn e. Ji ber vê yekê, em roja darizandina wê bikin roja hevgirtina cîhanî.

Bila ji her derê cîhanê dengê jinan bilind bibe. Bila zincîrên gardiyanan nikaribin azweriya ji bo azadiyê bişkînin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24