Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildanên “Jin, jiyan, azadî” de jinanan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li gelek navendan çalakî li dar xistin.
'Felsefeya Jin Jiyan Azadî vegeriya serhildanê'
Li Amedê bi pêşengiya DAKAP’ê jinan meşek li dar xist. Jinên ku bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” re meşiyan,piştî meşê daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Daxuyanî ji aliyê endama DAKAP’ê Çagla Sanay ve hat xwendin, tê de hat gotin: “Di sala sêyemîn de felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ vegeriya serhildanê.”
Li Cizîr a Şirnexê jî endamên TJA, meclîsên jinan a DBP û DEM Partiyê ji ber Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek heya parka Birca Belek meşiyan û li wir daxuyaniyeke çapmeniyê dan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû ve hat xwendin de hate destnîşankirin ku serhildana bi kuştina Jîna Emînî re dest pê kir li cîhanê belav bû.
Jinan 'zincîra azadiyê' ava kir
Jinan li ser banga TJA’yê li ser pira Şehîdên Newrozê “Zîncîra azadiyê” ava kir.
Lê di daxuyaniya hate dayîn de jî hate tekez kirin ku têkoşîna Jîna Emînî bi felsefeya Rêber Apo re bûye yek.
Her wiha li Wan, Agirî, Riha, Enqere û Edeneyê jî jin daketin qadan û bi yek dengî dirûşmeya “Jin, jiyan, Azadî” berz kirin.
Jin li Mersînê jî li parka Zarokên Azad bi pêşengiya Platforma Jinên Mêrsînê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji Îranê heta Tirkiyeyê, li dijî tundiya dewletê ya mêran em di serhildanê de ne” hat bilindkirin.
Li ser navê platformê Hêlîn Onuk daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew xwedî li rûmeta Jîna Emînî, jinên di sêdarê de hatine darvekirin û hemû gelan derdikevin û wiha hate gotin:
"Em azadiya Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî û bicihanîna Peymana Stenbolê û bi dawîkirina polîtîkayên şer dixwazin.”
Çalakî li hemû bajaran bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bûn.