Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk tê bi daxuyaniyekê bilançoya 16 rojan eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihand ku ji destpêka meha Îlona 2025'an ve zêdetirî 126 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.
Hate diyarkirin ku rêjeya darvekirin û binpêkirinên dijî mafên mirovan hîn zêdetir bûye.
Kampanyayê cezayê darvekirinê yê ji bo girtiyên Kurd Pijman Tebrîzî û Nasir Bekirzade hatine dayîn jî, şermezar kir û bang li hemû çalakvanên mafê mirovan kir ku li dijî biryarê derkevin.
Medyaya dewletê ya Îranê jî roja Çarşemê îdîa kir ku Babek Şahbazî, bi sedama sîxurî ji bo Îsraîlê dikir, hatiye bi darvekirin.