Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, partiyên siyasî yên di nava komîsyona meclîsê de cih digirin. Raporên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd amade kirine wê radestî Sekreteriya Giştî ya Meclîsê bikin.
Xebatên komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclîsê hat avakirin ber bi dawiyê ve diçin.
Komîsyon, herî dawîyê di 4'ê Kanûnê de kom bû û hûrguliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ragihand endaman.
Bi vî awayî asta guhdarîkirinê ya komîsyonê temam bû.
Partiyên siyasî di qonaxa heyî de dê raporên xwe yên di der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de radestî Sekreteriyaya Giştî ya Meclîsê bikin.
Li gor agahiyên bi dest ketine, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rapora xwe temam kiriye û dê îro radestî Serokatiya Meclîsê bike.
Tê payîn ku rapor ji aliyê Koordînatora Komîsyonê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ve bê teslîmkirin.
Tê gotin, partiyên din jî wê di nava rojê de raporên xwe radestî Sekreteriya Giştî ya Meclîsê bikin.
Serokwekîlê Koma CHP'ê Mûrat Emîr di civîna dawî ya komîsyonê de diyar kiribû ku wan raporek ji 17 rûpelî amade kirine.
Mûstafa Şen ê ji AKP'ê jî gotibû, rapora wan a 50 rûpelî weke "Belgeya helwesta siyasî" hatiye amedekirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz jî ragihandibû ku wan raporek 116 rûpelî amade kirine.