Di çarçoveya nîqaşên li ser Pêşnûmeya Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2026'an de, îro li komîteya Giştî ya Parlamentoyê budçeyên 2026'an ên Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Derve têne nîqaşkirin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç berî nîqaşan li Parlamentoyê pirsên rojnamevanan ên li ser bûyerên rojane bersivand. Her wiha pirsên li ser; 'Ka di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de gavên qanûnî çawa û kengî dê werin avêtin' jî bersivand.
Tunç bal kişand ser rapora ku dê Komîsyona Meclîsê li ser vê mijarê amade bike û got:
"Komîsyona Parlamentoyê dê rapora xwe amade bike. Li gorî nerînên ku di raporê de hatine diyar kirin, Parlamento dê di her gavên ku divê werin avêtin de, hem ji hêla qanûnî ve û hem jî ji hêla îdarî ve rê nîşanî me bide."