Koreya Başûr hoparlorên li ser sînorê Koreya Bakur radike

Li ser sînorê di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakur de guhertineke nû çêbû, her du welatan weşana dijberiyê ku bi rêya hoparloran dihat kirin sekinadine û Seûl dest bi rakirina hoparlorên ser sînorê hevbeş kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lee Kyung-ho, berdevkê wezareta parastinê ya Koreya Başûr, ji rojnamevanan re got: "Ji îro pê ve, artêşê dest bi rakirina hoparloran kiriye."

Ev yek jî bi armanca kêmkirina alozî û dijberiya di navbera her du welatan de ye ku êdî nema bi weşana rasterast li ser sînor bi rêya hoparloran dijayetiyê hev dikin.

Fermandariya Artêşa Koreya Başûr ragihand ku hêzên wan ji nêzîk ve çavdêriya liv û tevgera ser sînor dikin, heya niha jî ti binpêkirin û zêdegavî ji aliyê Koreya Bakur ve nedîtine.

 Wezareta yekîtiyê ya hikûmeta Koreya Başûr da xuya kirin ku ev bêdengiya li ser sînor û sekindandina dijayetiyê, dê rê li ber avakirina baweriyê di navbera her du welatan de veke.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24