Rêveberiya herêmî, ragihand ku roja duşemê êrîşeke dronî ya Ukraynayê zirar da xeta elektrîkê û bû sedema şewatekê li avahiya stasyona trêna Archeda ya li herêma Volgograd a başûrê Rûsyayê.
Ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS belav kir ku ti zirar negihştiye rêyên çûn û hatinê , lê astengî li ber tevgera trênan derket.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Rûsyayê Rosaviatsia eşkere kir ku Geştên hewayî li balafirgeha herêmî ya Volgogradê, çend demjimêran rawestiyan lê piştî êrîşê ji nû ve dest bi karê xwe kir.
wezareta parastinê ya Rûsya: Me 61 dronên Ûkraynayê ji holê rakirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî da xuya kirin ku yekîneyên wan 61 dronên Ukraynayê ji holê rakirine.
Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump, ev yek anî ziman ku nûnerê wî yê taybet Steve Witkoff, dê di hefteya bê de serdana Rûsyayê bike.
Trump diyar kir ku Piştî axaftinên serokê berê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev ku bi tundî li dijî Waşingtonê axivî bû, wî du binavêjên nukleerî li herêmê bi cih kirine.
Putin daxwaza aştiyeke mayînde dike
Serokê Rûsya Vladimir Putin ji rojnamevanan re got ku ew hewceyê aştiyek mayînde ye ku Rûsya û hem jî Ukraynayê razî bike û ewlehiya her du welatan misoger bike.
Rûsyayê gelek caran bang li Ukraynayê kiriye ku dest ji tevlîbûna NATOyê berde û kontrola çar herêmên radestî Moskovayê bike, lê Ûkraynayê ew bang red kir.
Ûkrayna gefa zêdekirina êrîşan li rûsyayê dixwe
Rayedarên Ûkraynayê jî dibêjin di êrîşên Rûsyayê de gelek sivîl tên kuştin, ji ber vê yekê ew ê êrîşên xwe yên hewayî li dijî Rûsyayê zêde bikin.
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky da zanînn ku ew amadekariyên danûstandinaên nû bi Moskovayê re dikin, da ku 1200 leşkerên Ukraynayî yên girtî li Rûsyayê serbest bêne berdan û vegerin malên xwe.
Peskov: Rûsya daxuyaniya Trump wekî zêdebûna rageşiya navokî nabîne
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov jî, da xuya kirin ku binavêjên Amerîkî ji niha ve di erkê şer de ne, lê Rûsya daxuyaniya Trump wekî zêdebûna rageşiya navokî nabîne.