Amnesty: Di sala 2025'an de 2 hezar û 707 kes hatin bidarvekirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora sala 2025`an a bidarvekirinên li cîhanê eşkere kir. Li gorî raporê, di sala 2025`an de, li 17 welatan bi giştî 2 hezar û 707 kes hatine bidarvekirin. Rêxistinê hejmar weke encameke kambax pênase kir û got: ``Ev yek ferz dike ku cezayê bidarvekirinê were rakirin.`` Li gorî raporê, bidarvekirinên herî zêde bi hejmara 2 hezar û 159 kesan li Îranê pêk hatine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salane de eşkere kir, ku hejmara kesên ku di sala 2025’an de li cîhanê hatine bidarvekirin, gihîştiye asta herî bilind.

Rapor ji aliyê Rêvebera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard ve hat weşandin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku sala borî li seranserê cîhanê 2 hezar û 707 kes hatine bidarvekirin, û wiha hat gotin:

“Ev rêjeya metirsîdar, ji ber komeke biçûk ji welatan e, ku tevî geşbûna xwesteka gerdûnî ya ji bo rakirina vê cezayî jî, ew welat bidarvekirinê didomînin.”

Callamard da zanîn ku welatên mîna Çîn, Îran, Koreya Bakur, Erebistana Siûdî, Yemen, Kuweyt, Sîngapûr û DYAyê, cezayê bidarvekirinê weke çekekê bikar tînin û wiha pê de çû:

“Ev welat ji bo belavkirina tirsê û nîşandana desthilatdariya saziyên dewletê yên li dijî komên lawaz, vî cezayî bi kar tînin.”

Di raporê de der barê rêjeya bidarvekirinê ya li hin welatan de, wiha hate gotin:

“Îranê bi tena serê xwe 2 hezar û 159 kes bi dar ve kirine û ev hejmar du qatî hejmara sala 2024`an e.

Çîn jî weke “serokê celadên cîhanê” di sala 2025’an de bi hezaran bidarvekirin pêk anîne.

Li Erebistana Siûdî herî kêm 356 bidarvekirin (ku piranî ji ber sûcên hişberê ne), li DYA’yê 47 û li Misirê jî 23 dozên bidarvekirinê pêk hatine.

Bi giştî, rêjeya bidarvekirinê ya sala 2025’an li beramberî sala 2024’an, ji sedî 78 zêde bûye.“

Raporê bal kişand li ser polîtîkayên kontrolkirina madeyên hişbirê yên ku bûne sedema zêdebûna cezayên bidarvekirinê.

Lewre hezar û 257 bûyer (46% ji tevahiya bidarvekirinan) bi sûcên hişbirê ve girêdayî ne.

Agnes Callamard di dawiyê de got:

“Bi milyonan mirov weke delîlekî mirovahiya me ya hevpar, têkoşîna li dijî cezayê bidarvekirinê didomînin.

Ji bo rizgarkirina cîhanê ji vî cezayî, divê em pêngava rakirina bidarvekirinê mezin bikin.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye