Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hîn jî ranewestyaye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bi şevê êrîşên xwe yên li ser benderên Ûkraynayê zêde kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Artêşa Rûsyayê li 4 keştiyên Ûkraynayê xistine.
Wezaretê destnîşan kir ku wan bi cebilxane û dronan êrîşî çend benderên li herêma Odesa ya Ûkraynayê kirine .
Her wiha got ku wan tesîsên binesaziya benderê yên ku ji bo dakêşana sotemenî û rûnkirinê têne bikaranîn her wiha tankên depoya sotemeniyê bombebaran kirine.
Di êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de 3 kes mirin
Serokê rêveberiya leşkerî li Odessa Serhiy Lysak îro anî ziman ku di êrîşeke Rûsyayê de li ser bajarê bendera Deryaya Reş a Ûkraynayê 3 kes hatin kuştin.
Her wiha 3 kesên din jî rakirine nexweşxaneyê.
Wî got ku êrîşê zirar daye avahiyên niştecihan, bêyî ku hûrguliyên din bide.
Parêzgarê Odessa jî duh ragihand ku di êrîşeke êvarî ya bi dronan li ser binesaziya bendera herêmê de 2 kes hatine kuştin.
Ûkraynayê li deryaya reş 20 keştiyên Rûsyayê hedef girtin
Li beramberî vê yekê, fermandarê hêza dronên Ûkraynayê Robert Provdî îro eşkere kir ku dronên Ûkraynayê di şevekê de li Deryaya Reş li 20 keştiyên Rûsyayê xistin ku di nav wan de 17 tankerên petrolê hebûn.
Wî bi rêya Telegramê zêde kir ku di hedefan de her wiha 2 tankerên benzînê jî hebûn.