Her diçe şerê di navbera Amerîka û Îranê de gur dibe.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro encama gera dawî ya êrîşên li dijî Îranê ragihand.
CENTCOM diyar kir ku gerek êrîşan li dijî Îranê di 14'ê Tîrmehê de pêk hat û wiha lê zêde kir:
“Me li nêzî Tengava Hurmizê û deverên peravên Îranê li dehan hedefên leşkerî xistin.
Me êrîş bir ser navendên mûşek û dronên Îranî.”
Trump: Em ê hefteya bê êrîşên xwe berfirehtir bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ji Fox News re got ku eger Tehran negihîje rêkeftinekê ew ê hefteya bê êrîşên xwe berfirehtir bikin.
Her wiha anî ziman ku ev êrîş wê santralên elektrîkê û piran jî di nav xwe de bigire û wiha got:
“Em ê hemû pirên wan hilweşînin heya ku ew venegerin ser maseya dan û standinan.
Êrîşên li ser Îranê dê berdewam bikin heta ku ez biryar bidim ku êrîş werin rawestandin.”
Duh jî Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper, got ku Îranê di heft rojên borî de bi zanebûn êrîşî heft keştiyên bazirganî kir.
Artêşa Amerîkî dibêje ku ew bersiva wan êrîşan didin.
Êrîşên Îranê li ser hin welatên kendavê ranewestiyaye
Li milekî din jî Îranê êrîşên xwe li ser hin Welatên Kendavê ranewestandiye.
Artêşa Urdunê ragihand ku wan 3 mûşekên balîstîk ên ku ji axa Îranê hatibûn berdan, bi rêya pergalên parastina asmanî teqandine.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Urdunê (PETRA), pergalên parastina asmanî serê sibehê mûşekên balîstîk ên Îranê îmha kirine.
Navendeke Amerîkî li Urdunê hat hedefgirtin
Li hêla din, Artêşa Îranê berî demeke kurt ragihandibû ku wan bi dronên kamîkaz êrîşî Baregeha Asmanî ya Muwefeq Saltiyê ya li herêma Ezrakê ya Urdunê kiriye.
Tê zanîn ku di wê baregehê de leşker û balafirên Amerîkayê hene.
Ji bilî Urdinê, Îranê êrîş bir ser Kuweyt û Behreynê jî.
Herî dawiyê herdu welatan ragihandin ku ew rastî êrîşên Îranê hatine.
Supaya Pasdaran êrîşî ser Kuweyt û Behreynê kir
Li Behreynê dengê sîrenan bilind bû, Wezareta Parastinê ya Behreynê ji welatiyan xwest ku di cihên ewle de bimînin.
Li Kuweytê jî ji ber êrîşan agir bi çend cihan ket, Wezareta Parastinê ya Kuweytê jî diyar kir ku agir hatin kontrolkirin.
Artêşa Amerîkayê destpêkirina dorpêçek deryayî ragihand
Di heman demê de, Artêşa Amerîkayê ji nû ve destpêkirina dorpêçek deryayî ya berfireh li ser keştîyên ku diçin û ji bender û deverên peravê yên Îranê derdikevin ragihand.
Daneyên keştîvaniyê nîşan dan ku beriya dorbêçê derbasbûna di Tengava Hurmiz de hinekî zêde bû.
Daneyên ji şîrketa şopandina keştîyan destnîşan kir ku 9 ji 11 keştiyên ku roja Sêşemê ji Tengava Hurmizê derbas bûn, girêdayî Îranê bûn.