Trump: Divê welatên kendavê ji bo parastina tengavê alîkariyê bidin

Aloziya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de derbasî qonaxeke nû bû. Ji aliyekî dinve, Trump da zanîn ku ewê li şûna pêşniyara xwe ya danîna bacê %20 li ser kelûpelên di berdêla "parastina Tengava Hurmizê de peymanên veberhênanê bi Îranê re îmze bike.

reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Qesra Spî di dema îmzekirina fermaneke rêveberiyê de, daxuyaniyên girîng li ser Îranê û ewlehiya herêmê dan.

Trump bang li welatên Kendavê kir ku ji bo parastina Tengava Hurmizê alîkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikin.

"Îranê hejmareke mezin ji xwepêşanderan kuştiye"

Trump di axaftina xwe de bal kişand ser xwepêşandanên li Îranê û Hikûmeta Îranê bi tundûtûjiyê tawanbar kir.

Trump diyar kir ku reftara desthilatdariya Îranê ya li hemberî gelê xwe "bêwijdanî" ye û got:

"Tiştê ku ew dikin pir bêwijdan û bêaqil e, û wan bi gel re pir xirab reftar kiriye.

Bi qasî ku em dikarin bibêjin, wan heta niha 52,000 xwepêşander kuştine.

Dibe ku hejmara mirinan zêdetir be jî.

Ev rewşek pir cidî ye, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê di demek nêzîk de rewşê kontrol bike."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî dê êrîşên xwe yên li ser şiyanên serbazî û stratejîk ên Îranê yên li herêma Tengava Hurmizê bidomîne û wiha got:

"Em ê hemû şiyanên wan ên di her tiştê ku bi Tengava Hurmiz ve girêdayî ye ne ji holê rakin."

Trump: Karbidestên Îranî mirovên pir bêbawer in 

Li aliyekî din Trump di hevpeyvînekê de bi Salem News re, rexneyên tund li ser peymana li gel Îranê girtin û destnîşan kir ku Tehran qet pabendî sozên xwe nebûye û got:

"Peymana bi Tehranê re ji bo ceribandina aliyê din hatibû çêkirin.

Dema ku hûn bi sextekaran re mijûl dibin, peyman ne pir hêja ye.

Karbidestên Îranî mirovên pir bêbawer in û bi rastî, heke ew qet çekek navokî bistînin, ew ê di nav rojekê de bikar bînin."

Trump eşkere kir ku peymanek ku hema hema %100 bi dawî hatibû, ji aliyê şandeya Îranê ve di kêliya dawî de hatiye hiştin û got :

"Ev kes bi rastî dîn in. em gihîştibû rêkeftinekê ku her tişt di berjewendiya me de bû, lê ew bi bingehîn peymanan binpê dikin."

Trump: Emê bi Îranê re peymanên veberhênanê ji bo tegava Hurmiz îmze bikin

Herî dawî jî, Donald Trump ji bo pêşniyara xwe ya danîna bacê %20 li ser kelûpelên di berdêla "parastina Tengava Hurmizê de got ku ew ê li şûna wê hewl bide ku peymanên veberhênanê îmze bike.

Piştî ku Îranê girtina Tengava Hurmuzê ragihand, hêzên Amerîkî pêlên êrîşan li ser Îranê dan destpêkirin.

Ev yek bû sedem ku Trump dîsa dorpêçek li ser keştîvaniya Îranê ferz bike û bacên gumrikê feriz bike.

Lê tenê 5 demjimêran berî ku bacên gumrikê bikevin meriyetê, Trump ev yek eşkere kiribû tengav ji bo hemî keştîvaniyê vekirî ye "ji bilî keştîyên Îranî".

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye