Etiyopyayê bendava ronesansa mezin vekir

Etiyopya piştî 14 salan ji avakirinê bi fermî Bendava Ronesansa Mezin a Etiyopyayê vekir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Etiyopya bi fermî mezintirîn bendava hîdroelektrîkê ya Afrîkayê vekir.

Projeyek ku dê ji bo bi mîlyonan Etiyopyayîyan elektrîkê peyda bike di heman demê de nakokiya bi Misrê re,ku fikarên li herêmê derxistiye holê, girantir bike.

Etiyopya, duyemîn welatê Afrîkayê bi nifûsa xwe ya 120 mîlyon e.

Bendava Ronesansa Mezin a Etiyopyayê li ser şaxek Çemê Nîlê hatiye çêkirin û hilberîna enerjiyê wê dê bigihîje 5,150 megawatt.

Serokwezîr Abiy Ahmed got ku Etiyopya dê enerjiyê bikar bîne da ku gihîştina elektrîkê ji bo welatiyên xwe baştir bike.

Medyaya herêmî ragihand ku avakirina bendavê di sala 2011`an de dest pêkiriye, lêçûna wê jî, 5 mîlyar dolar e û Etiyopyayê bê alîkariyên biyanî bendav fînanse kir

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24