Li Şengalê konferansa jenosîd û entegrasyonê dest pê kiriye

Li Şengalê di bin dirûşmeya “Edaleta Veguhêz, Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” de konferansek dîrokî hat li darxistin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di konferansa li Şengalê de 200 kes beşdar bûne

Di konferansê de ku li navenda Meclisa gel a Şengalê birê ve diçe, çend semînar û panel tên lidarxistin.

Konferans armanc dike ku nexşerêyekê ji bo parastina mafên civaka Êzidî, eşkerekirina hovîtiya DAIŞ’ê û xurtkirina rêveberiya xwecihî li ser bingeha edaleteke rasteqîn ava bike.

Konferans bi beşdariya rewşenbîran, oldar, serokeşîr, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên ji derveyî Şengalê jî ji Silêmanî, Memxûr, Mûsil, Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Dihokê, hate destpêkirin.

Bi tevahî behsa ferman û qirkirina ku bi ser Êzdiyan de hatiye, tê kirin. 

Her wiha behsa jenosîdê û qanûna navneteweyî û rewşa gorên komî, belgeyên sûc û tawanên DAIŞ’ê û mafê malbatên qurbaniyan tê kirin.

Di berdewamiya konferansê de nîqaş li ser mijarên girêdayî entegrasyonê, dewlet û civaka demokratîk jî tên kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye