Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku hêzên wan 3 êrîşên din li dijî keştiyên ku tê îdîakirin bazirganiya narkotîkê dikin, pêk anîne.
Hate zanîn ku di encamê van êrîşan de,14 kes hatine kuştin û yek kes jî bi saxî xwe xelas kiriye.
Pete Hegseth êrîş wekî tedbîrek ewlehiya neteweyî bi nav kir.
Lê heya niha jî, nasnameya kesên ku hatine kuştin nehatiye eşkerekirin, ne jî delîlek ji bo piştrastkirina îdîayên bazirganiya narkotîkê ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin.
Ji destpêka îlonê û vir ve, li Karayîp û Pasîfîkê 13 êrîşên Amerîkî li ser keştiyan bi îdîayên medeyên hişbir hilgirtiye, pêkhatiye.