Li başûrê Kurdistanê starta 25’ê mijdarê hat dayîn

Bi boneya 25`ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclîsa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di Rojhilata Navîn de siyaseteke rasterast ku jinê hedef digire û jinê bê îrade bihêle tê meşandin.

Her wiha hate gotin ku divê pêvajoyê weke rêxistinên jin, divê bi yekkirina hêza xwe bersiveke herî mezin bidin desthilatdariyê.

Di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku dê kom xebat, semîner û civînên gel bên lidarxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku li beramberî tundiya li ser jin tê meşandin têkoşîna xwe mezintir bikin û xwe bi rêxistin bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye