Li Kenyayê di xewgeha keçan de şewat derket: Herî kêm 16 xwendekar mirin

Şeva borî li Herêma Nakuru ya Kenyayê, di xewgeha xwendekarên keç de, şewatek derket. Di encamê de 16 xwendekaran jiyana xwe ji dest da. Girêdayî bûyerê, lêpirsîn hat destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêma Nakuru ya Kenyayê di xewgeha xwendekarên keç de agir derket û bû sedema xemgîniyekê.

Duh êvarê li xewgeha keçan a Otomishi li Herêma Nakuru ya Kenyayê, şewatek derket.

Her wiha çavkaniyên polîsan ragihandin ku herî kêm 16 xwendekaran ji be şewatê jiyana xwe ji dest daye û 73 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, agir saet di 3:30ê sibehê de bi dema herêmî derketiye.

Agir li xewgeha keçan a li dibistanê derket, ku 100 kîlometreya li bakurê paytext Nairobiyê ye.

Di heman demê de, tîmên Xaça Sor a Kenyayê beşdarî operasyonên rizgarkirinê bûn.

Raport nîşan didin ku agir dema ku xwendekar di xew de bûn li seranserê avahiyê belav bûye.

Hat ragihandin ku xwendekarên birîndar rakirine nexweşxaneyên nêzîk û rayedaran piştrast kir ku ew rewşa xwendekarên bandordar dinirxînin.

Ji aliyekî din jî, lêkolîna li ser sedema şewatê berdewam dike.

Her wiha hate ragihandin ku rayedarên Kenyayê ji bo diyar kirina sedema şewatê lêpirsînek dane destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye