Di gaveke navneteweyî ya nû de, îro Konseya Ewlehiyê ya NY Ambargoyên navneteweyî li ser çar rêberên navdar ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn sepand.
Navên kesên ku ambargo li ser wan hatiye sepandin wiha ne:
Ebdulrehîm Dagalo ew jî birayê fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez Mihemed Hemdan e, Wajdu Hemdan, El-Fetih Îdrîs û Tîjanî Mûsa.
Ev biryar tenê bi şermezarkirina siyasî ve sînordar nebû, lê belê cemidandina mal û milkên wan ên darayî li çaraliyê cîhanê jî hate kirin.
Her wiha wan ji ketin û derketina xaka dewletên endam ên Neteweyên Yekbûyî qedexe kir.
Ev ceza wekî bersivek li ser raporên navneteweyî yên belgekirî tên.
Berpirsiyariya wan ji bo binpêkirinên cidî yên zagona mirovî ya navneteweyî li Sûdanê hatiye piştrastkirin.
Berî niha, du fermandarên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ketin lîsteya sizayan.
Di derbarê pêşketinên dawî yên li Sûdanê de, hate ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşî bajarokê Mustariha li Eyaleta Darfûra Bakur, rojavayê Sûdanê kirin.
Vîdyoyên ku ji hêla endamên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kişandin nîşan didin ku bajarok dişewite.
Artêşa Sûdanê, bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn, bi serokatiya cîgirê wî yê berê Hemîdetî, ji nîsana 2023'an vir ve şerekî dijwar dimeşînin.
Ji ber vî şerî bi 10 hezaran kes hatin kuştin û bi mîlyonan kes koçber bûn.
Her wiha bû sedem ku krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê li Sûdanê rû bidin.