Lezgin

Hilbijartinên awarte li Koreya Başûr birêve diçe

reset font size increase font size

Koriya Başûr piştî çend mehan ji aloziyên siyasî îro serê sibeha roja sêşemê dest bi hilbijartinên giştî kir.

Piştî dûrxistina serokê berê yê koriya Yon Sok-Yol ku xwestibû beriya 6 mehan dest deyne ser rêverberiyê. Lê bi sekina opozisiyonê hatibû sekinandin û girtin, ji ber vê yekê Koriya Başûr îro hilbijartinên xwe yên awarte pêk tîne.

Li gorî ajansa Kore (yonihap) hilbijartin îro saet 6`an li zêdetirî 14 hezar û 295 navendên dengdanê destpê kiriye. Li gorî komîteya hilbijartinê, dê hilbijartin heta seat 8`an berdewam bike. Piştî girtina senduqan dê komîte civînekê lidar bixe û piştre encama hilbijartinan eşkere bike.

Di dengdana serokatiyê de 6 kes cihê xwe digrin. Kesên ku herî zêde bilind deng digrin  Lî Cayî -Miyong yê Partiya Demokrat a Lîberal û Kîm Moon-Soo yê Partiya Hêza Gel e.

Encamên hilbijaritinan piştî dengdanê wê ji aliyê komîteya hilbijartinê were ragihandin.

Perwîn Eyo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24