LI KATALONIYAYÊ 2 KES JI BER BARANA ZÊDE WINDA BÛN

Li herêma xweser a Katalonyayê ya li bakurrojhilatê Spanyayê ji ber barîna barana zêde lehî rabû. Li gor agahiyên destpêkê 2 kes ji ber lehiyê çûne û wenda bûne.

reset font size increase font size

Rayedarên Katolonya ragihand di encama lehiyê de 2 kes li bajarokê Cubellesê ji ber rabûna Çemê Foixê winda bûn e.

Hate gotin ku tîmên rizgariyê li qiraxa Çemê Foixê karê lêgerînê dane destpêkirin.

Ev lehî bû sedema qutkirina elektrîka nexweşxaneyekê û vegera balafireke ku berê xwe dida  DYEyê.  

Her wiha Şîrketa Rêyên Hesinî Renfe seferên trena zû û seferên trenê yên banliyoyê ji bo çend saetan rawestand.

Rayedaran ji bo herêmê alarmên sor dan û bi rêya telefonê peyamên hişyarkirinê ji gel re şandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24