Îran nêzî îmîzekina rêkeftineke kirîna çekan bi Çînê re ye

Deweta Îranê wê di demek nêz de rêkeftinekê ji bo kirîna çekan bi Çînê re Îmze bike. Rêkeftin, wê ji bo kirîna mûşekên krûz ên dijî-keştîyan be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Reuters'ê duh 24'ê sibatê, ragihand ku li gorî şeş çavkaniyên agahdar, Îran nêzîkî îmzekirina rêkeftinekê bi Çînê re ye.

 

Ev rêkeftin jî wê ji bo kirîna mûşekên krûz CM-302  ên dijî- kestiyan be.

 

Îran wê mûşekên li dijî keştiyan ji Çînê bikire

 

Ruetersê da zanîn ku temamkirina vê rêkefitinê ber di dawiyê ve ye, lê dîroka wê bi temamî tekez nekiriye.

 

Heman çavkaniyê da zanîn ku gotûbêjên di navbera Tehran û Pekînê de ji bo kirîna sîstemên mûşekî herî kêm du sal berê dest pê kirin û wiha hate eşkere kirin:

 

“lê piştî şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de, ev rêkeftin bi leztir bû”.

 

Mûşekên li dijî keştiyan CM-302 dûrahiya wan nîzîkî 290 KM ye.

 

Ew ji bo derbaskirina sîstemên parastinê yên li ser keştiyan hatiye çêkirin.

 

Mûşekên li dijî keştiyan di bilindahiyeke nizim de û bi hêzeke pir bilind de diçe.

 

Li gorî pisporên çekan, bicihkirina mûşekên bi vî rengî dikare hêza êrîşê ya Îranê, pir zêde bike û ev yek ji bo hêzên deryayî yên Amerîkî li herêmê,  gefek cidî çêdike.

 

Ev yek di demekê de tê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêzeke deryayî ya mezin li nêzîkî peravên Komara Îslamî belav dike.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye