Awistralya ceza li berpirsên Talîbanê birî

Awistralyayê cezayên darayî li ser çend berpirsên Talîbanê birî. Awistralya, hikûmeta Efxanistanê bi sînordarkirina azadiya tevgera jin û keçan tawanbar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Efxanistana di bin desthilatdariyê Talîbanî de mafên mirovan tên binpêkirin.

Bi taybetî, armanca Talîbanê tunekirina mafên keç û jinan e. 

Lewma jî rêveberîya olperest a Talîbanê di qada navneteweyî de rastî reaksîyonan tê. 

Awistralya di vê mijarê de gaveke pêş de avêt û bi hinceta binpêkirina mafên mirovan cezayê pereyan li 4 berpirsên Talîbanê birî. 

3 ji rastî cezayê Awistralyayê hatin wezîrên Talîbanê ne û yek ji wan serokê dadgeha vê rêxistinê ye. 

Ji bilî cezayê pereyan, hikumeta Canberrayê qedexeya ketina nav Awistralyayê ji bo her çar rêvebiran ragihand. 

Talîbanê piştî hat ser kar, çûyîna keçan a ji bo dibistanê qedexe kir. 

Her wiha, mafê bi serbestî derketina derve ya bi tena serê xwe, li jinan hat qedexekirin. 

Awistralya di Tebaxa 2021`an de leşkerên xwe ji Efxanistanê vekişandibû.

Hêzên wê beşek ji hêzeke navneteweyî bû ku di bin pêşengîya NATOyê de bû. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye