"Me biryara destnîşankirina Ensar Allah û Hizbullah wekî komên terorîst neda ye"

Beriya çend rojan, hin malperan ragihandin ku hikûmeta Îraqê, biryara destnîşankirina Ensar Allah û Hizbullah wekî komên terorîst pesend kiriye. Lê duh, Seroketiya Komara Îraqê, daxuyaniyek da û got: " Me biryara destnîşankirina Ensar allah û Hizbullah wekî komên terorîst neda ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de, hat tekezkirin ku biryarên di derbara cemidandina Fonên Terorê û xistina wan di lîsteya terorê de, ji seroketiya komarê re nayên şandin. 


Seroketiya Komarê da zanîn ku tenê zagonên ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hatine dengdan û fermanên serokatiyê,  ji bo nirxandin, pesendkirin û weşandinê, jêre têne şandin.

Daxuyaniyê xuya kir ku ti agahiyên Komarê ji wê biryara tinebû û ew ji medyaya dîjîtal agahdar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye