Di meha gulanê de li Sûriyê 15 jin hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di rapora xwe ya meha gulanê de ragihand ku li seranserê welêt, di nav wan de 15 jin, 287 kes hatine kuştin.

reset font size increase font size

Bi guhertina desthilata Şamê û hatina Ehmed Şera ya ser desthilatê re, li Sûriyê sûc û binpêkirinên li dijî jinan zêdetir bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di rapora xwe ya gulana 2026’an de ragihand ku li tevaya Sûriyê 287 kes hatine kuştin.

Li gorî raporê, di nav kesên kuştî de 15 jin jî hene.

Li gorî daneyên SOHR’ê, jin ji ber kiryarên tundûtûjiyê yên curbecûr tên kuştin.

Jinek di pevçûnên navxweyî yên li deverên di bin kontrola çekdarên Hikûmeta Veguhêz de, jineke din ji ber gulebarana bêserûber û jinek jî di bin şert û mercên gumanbar de hatine kuştin.

Navenda Çavdêriyê di berdewamiya rapora xwe de, der barê kuştina jinan de ev agahî da:

“Jinek ji ber nakokiyên mezhebî hat bidarvekirin.

Pênc jin di komkujiyên li deverên di bin kontrola HTŞ’ê de hatine kuştin.

Jinek di komkujiyeke li herêmên din de, jinek ji ber teqîna bombeya destan jiyana xwe ji dest da û termên çar jinan di gorên komî de hatine dîtin.”

Li Sûriyê tundûtûjî û pirsgirêkên ewlehiyê berdewam dikin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ev wêne pirsgirêkên ewlehiyê yên berdewam ên li welêt, hebûna komên çekdar û hebûna berfireh a çekan eşkere dike.

Raporê destnîşan kir ku jin û zarok, di nav komên wiha de ku herî zêde di bin bandora şer û lawaziyên ewlehiyê de ne.

Raporê her wiha diyar kir ku nebûna çareseriyeke siyasî, yek ji faktorên sereke ye ku qurbanan zêde dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di dawiya rapora xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku gavên bibandortir biavêje, da ku sivîlên li Sûriyê werin parastin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye