Artêşa Îsraîlê: 4 leşkerên me li başûrê Libnanê hatin kuştin

Îsraîlê, îro serê sibê ragihand ku di dema êrîşa li ser başûrê Libnanê de 4 leşkerên îsraîlî hatin kuştin. Bi vî awayî hejmara giştî ya leşkerên ku di vî şerî de hatine kuştin gihîştiye 10´an.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê, navê sê leşkerên xwe ku hemû temenên wan di 20´an de bûn, eşkere kir û got ku leşkerekî din jî hatiye kuştin, lê destûr nehatiye dayîn da ku navê wî were eşkerekirin.

 

Her wiha diyar kir ku leşkerekî din di şerê li başûrê Libnanê de bi giranî birîndar bûye û yekî din jî sivik birîndar bûye.

 

Artêşa Îsraîlê, di derbarê êrîşê de ti hûrgilî nedane.

 

Di heman demê de, pêşveçûna Artêşa Îsraîlê di nava erdên li başûrê Libnanê de berdewam e, lê Hizbulah jî bersivê dide û li gelek cihan şer dike.

 

Wezîrê Parastinê yê Libnanê Mîşêl Mensî, roja înê gotibû ku hêzên Îsraîlî ji sînor ve 8 kîlometreyan derbasî nav axa Libnanê bûne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye