Serokê FIFA'yê Gianni Infantino, ji Îranê xwest ku beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe ya ku dê vê havînê li DYA, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin, tevî nakokiyên berdewam ên bi DYA û Îsraîlê re.
Di derbarê vê bûyerê de, Infantino diyar kir ku Îran nûneratiya gelê xwe dike, hem yên ku li welêt dijîn û hem jî yên ku li derveyî welêt dimînin.
Tîma neteweyî ya Îranê naxwaze sê maçên xwe yên qonaxa komê li DYA bilîze, wekî ku di destpêkê de hatibû plankirin, dixwaze maçên xwe veguhêze Meksîkayê.
Helwesta FIFA'yê di derbarê qebûlkirina vê daxwazê yan jî nirxandina vê daxwazê de ne diyar e.
Serokê FIFA`yê: Rewş pir tevlihev e
Infantino, tekez kir ku federasyona navneteweyî dixwaze beşdariya Îranê di Kûpaya Cîhanê de di bin şert û mercên çêtirîn de misoger bike û got ku "rewş pir tevlihev e."
Ji aliyê xwe ve, Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îranê "IRNA" ragihand ku serokê Federasyona Futbolê ya Îranê, Mehdî Tac, vê dawiyê ragihand ku tîma neteweyî ya welatê wî dê DYA boykot bike, lê dê Kûpaya Cîhanê boykot neke, bêyî ku hûrgiliyên din bide.
Dezgehên medyayê yên Îranê roja pêncşemê, bi îdiaya Wezareta Sporê, ragihandin ku Îranê tîm û klûbên werzişê yên neteweyî qedexe kiriye ku heta agahdariyeke din seyahetê bikin bo welatên ku ew wek "dijmin" dibîne.
Wezareta Werzîşê ya Îranê piştrast kir ku ev tedbîr ji ber fikarên li ser ewlehiya werzîşvanên îranî hatiye girtin.