FIFAyê dîroka taximên ku dê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2026'an bibin eşkere kir

FIFA'yê li ser malpera xwe ya fermî, roja ragihandina lîsteya dawîn a taximên ku dê beşdarî fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an dibin eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Kanada û Meksîka wê cara yekem ji 11'ê Hezîranê heta 19'ê Tîrmeha 2026'an mêvandariya Kûpaya Cîhanê bikin.

FIFA'yê ragihand ku di dîroka Kupaya Cîhanê de, ev cara yekem e ku 48 taxim dê wekî formata nû tevlî bibin.

Daxuyaniya FIFA'yê li ser malpera wê hate weşandin:

Federasyonên ku dê tevlî bibin, pêşî dê lîsteyekê ji 35 heta 55 lîstikvanan pêşkêşî FIFAyê bikin, her wiha çar golker jî di nav de ne.

Ev lîsteya demkî tenê wê ji bo bikaranîna navxweyî be, û ev lîste ji hêla FIFA'yê ve nayê weşandin.

Her wiha federasyona FIFA'yê dê lîsteya dawiyê ji 23 heta 26 lîstikvanan radestî FIFAyê bike (herî kêm sê golker jî di nav de).

Hemî taxim dibe heya 2'yê hezîranê navên lîstikvanên xwe eşkere bikin

Tu lîstikvanek di lîsteya dawîn de ji bilî lîstikvanek ji lîsteya pêşîn ve nikare were guhertin.

Ev guhertin tenê di rewşa birîndariyeke giran an nexweşiyeke giran de dikare were kirin.

Bi şertê ku herî dereng 24 saetan berî maça yekem a taxim a di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de were kirin.

Taximê Neteweyî kengî bixwazin dikarin taximê xwe eşkere bikin.

Lê belê heta 2'yê hezîranê, ji hêla FIFA'yê ve neyên pejirandin, ev taxim nikarin fermî  tevlî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye