Wezareta Derve ya Sûriyê bi rêya ajansa SANA`yê ragihand ku piştî danûstandinên sal û nîvekê, çarenûsa baregehên Rûsyayê yên li Hemêmîm û Tertûsê hat diyarkirin û lihevkirinek hat kirin.
Li gorî vê lihevkirinê, Sûriyî dê birêveberiya saziyên sivîl ên mîna Balafirgeha Hemêmîmê û peyabendera Çarem a Bazarganî li bendera Tertûsê bike.
Peywira baregehên leşkerî tê guhertin û ew ê ji baregehên serbazî bibin "navendên rahênan û perwerdeya hevpar".
Dê ev proseya veguhastin û guhertinê di nava demeke kurt de, ku ji 3 mehan derbas nabe, bi temamî bikeve meriyetê.