Li Sûriyê di rojekê de 13 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku li cih û deverên cuda yê Sûriyê di 30`ê tebaxê de 13 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, cih û awayê kuştina van 13 kesan ji hev cuda ye:

Li gundewarê Hemayê jinek û bajarê Reqayê jî cenazeya kesekî bi temen mezin ku ji aliyê çeksarê nenas ve hatin kuştin.

Li parêzgeha Tartûsê 2 xot hatin kuştin. 

Kesekî ku hewl dida ji bajarokê Serê Kaniyê yê li gundewarê Hesekê derbasî axa Tirkiyê bibe, bi guleyên leşkerên sînor ên Tirkiyê hat kuştin.

Li Reqayê zarokek û Dêrazorê 4 sivîl ku jinek di nav wan de bû di dema pîrozbahiyên encamên azmûnan de hatin kuştin.

Li gundewarê Hemayê kesekî teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da. 

Li Hesekê jî di pevçûnên çekdarî yên di navbera du malbatan de 2 kes hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24