Li Rojavayê kurdistanê Entegrasyon .

Şeş meh li ser Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Hêzên Sûriya Demoqratîk derbas dibe. Di van şeş mehan de Li Rojavayê Kurdistanê gelek xebatên Entegrasyonê hatin kirin û heta niha jî ev xebat berdewame. Yek ji xebatên ku herî dawiyê zêde derketin pêş jî tevlîbûna saziyên Rojavayê Kurdistanê di nava saziyên li Şamê de bûn. Herî dawiyê jî Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed eşkere kir ku pêvajoya tevlîbûn û çalakkirina saziyên fermî yên li Parêzgehê gihîştiye qonaxeke bipêşketî û ji sedî 70`yê vê pêvajoyê bi dawî bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li rojavayê kurdistanê rojeva sereke entegrasyon e 

Her li Rojavayê Kurdistanê rojeva sereke entegrasyona di navbera Hikûmeta veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriye Demoqratîk de ye.

Şeş meh li ser Peymana 29’ê Çile derbas dibe.

Gelo heta niha xebatên vê Entegrasyonê di kîjan astê de ne?

Di van şeş mehan de cibû?

Gelek saziyên li rojavayê kurdistanê tevlî saziyên li şamê bûn

Gelek saziyên li Rojavayê Kurdistanê tevlî saziyên li Şamê bûn.

Herî dawiyê jî Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed eşkere kir ku pêvajoya tevlîbûn û çalakkirina saziyên fermî yên li parêzgehê gihîştiye qonaxeke bipêşketî û ji sedî 70`yê vê pêvajoyê bi dawî bûye.

Nûredîn Ehmed diyar kir ku karên ji bo temamkirina beşên din berdewam dikin lê ji bo vê yekê demeke diyarkirî pêwîst e.

Nûredîn ehmed:ji sedî 70`yê pêvajoya yekkirina saziyan bi dawî bûye

Parêzgarê Hesekê da zanîn ku di çend saziyên sereke de pêvajoya tevlîbûna karmendan bi temamî bi dawî bûye û got:

“Di sektora perwerdeyê de nêzîkî 20 hezar karmendan bi temamî tevlî Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bûne û ew meaşê xwe jî werdigirin.

Di sektora tenduristiyê de nêzîkî 2 hezar karmend û di Birêvebiriya Elektrîkê de jî derdora 700 karmendan bi temamî hatine yekkirin û pêvajoya wan bi dawî bûye.”

Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku Birêvebiriya Çandiniyê û Birêvebiriya Bazirganiya Navxwe bi temamî hatine yekkirin û çalakkirin.

Her wiha birêvebiriyên çand, Geştyarî û şûnwar, beşa Banka Navendî ya Sûriyeyê û Birêvebiriya Posteyê hatine çalakkirin û niha xizmetguzariyan pêşkêş dikin.

Parêzgar diyar kir ku birêvebiriya Nifûsê jî hatiye çalakkirin lê pêvajoya yekkirina karmendên wê hîn bi temamî bi dawî nebûye.

Parêzgarê hesekê û berpirsên rêveberiya veguhestinê entegrasyon nîqaş kir

Heta niha jî xebat ji bo entegrasyonê didomin.

Di çarçoveya domandina pêvajoya yekgirtina saziyên hikûmetê de, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, duh li avahiya parêzgehê pêşwaziya berpirsên Rêveberiya Veguhastinê kir.

Di civînê de, mekanîzmaya entegrekirinê, avahiya rêxistinî û îdarî ya Rêveberiya Veguhastinê hatin nîqaşkirin.

Beşdaran li ser rêbazên pêşxistina performansa rêveberiyê piştî temamkirina pêvajoya entegrasyonê, bilindkirina asta xizmetan û pêxşxistina  asta îdarî nîqaş kirin.

Ji bilî tevlîbûna saziyan yek ji xalên sereke yên peymana 2Vegera koçberan yek ji xalên sereke yên peymanê ye

9ê Çileyê vegera koçberan li ser mal û milkên wan bû.

Di van 6 mehan de hemû koçberên Efrînê vegeriyan warê xwe.

Her wiha çav li ser vegera koçberên Serê kaniyê ye jî, lê heta niha xebatên paqijkirin û vekirina rêyên sereke yên ku diçin bajarê Serêkaniyê didomin. 

Her wiha xebatên rakirina mayinan derbasî qonaxa xwe ya dawî bûne.

Lê belê li milekî din, di doza vegera koçberên kurd ên Girê Spî de tu gavek ser erdê xuya nake.

Nêzî sê hezar malbatên koçber hîna li benda vegerê ne.

Gelek Dîlgirtiyên QSD`ê hatin berdan

Ji bilî Koçberan vegera dîlgirtiyan xwesteka sereke ya Hêzên Sûriya Domoqratîk bû.

Di navbera 6-29’ê Çileya 2026’an de komên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin û hêzên hikûmeta Veguhêz ya Şamê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku biryar dabû xwe ji Dêrhafirê vekişîne  û li benda kişandinê bû, rastî êrîşan hatin. 

Di van êrîşan de bi sedan şervanên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin dîl girtin. 

Di çarçoveya rêkeftina di navbera QSDê û hikûmetê de gelek dîlgirtî hatin berdan.

Bi sedan dîlgirtî heta niha agahî ji wan nehatiye wergirtin

 Bi sedan kes heta niha jî agahî ji wan nehatiye wergirtin. 

Herî dawiyê  li gorî ku Ajasa ANHA agahî  ji Komîteya Girtî (Esîr) Û Windahiyan a Rojava wergirtiye, 628 kes winda ne. 

Ji nav wan  138 kes hatiye tespîtkirin ku li girtîgehên Idilb, Reqa, Dêrazor, Heleb, Minbic û Himsê tên girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye