Hikumeta Belûçistanê ragihand ku ji ber teqîna gaza metanê kana komirê hilweşiyaye û gelek karker asê mane.
Qeza li navçeya Surang a nêzîkî Quettayê ya paytexta parêzgeha Belûçistanê qewimî.
Hejmareke mezin kanên komirê li wir hene û ji ber teqîn û hilweşînên gaza metanê pir caran qezayên bi vî rengî diqewimin.