Li çend bajarên Amerîkayê meş li dijî Trump pêk hatin

Di çarçoveya kampanyaya "No Kings" de, bi hezaran kes li bajarên Amerîkayê meşên li dijî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşanderên li dijî Donald Trump li seranserê DYA'yê di kampanyaya herî dawî ya "No Kings" de daketin kolanan.

 

Organîzator hêvî dikin ku bibe mezintirîn xwepêşandana aştiyane ya rojekê di dîroka welêt de.

 

Zêdetirî 3 hezar û 200 çalakî li 50 eyaletên DYA'yê hatin lidarxistin.

 

Di her du xwepêşandanên berê yên "No Kings" de, bi mîlyonan kes beşdar bûn.

 

 

 

Xwepêşandaneke mezin li Minnesota hat lidarxistin

 

 

 

Li Minnesota ku xaleke girîng a kampanyaya tund a Trump li dijî koçberiya neqanûnî ye, xwepêşandaneke mezin li ber Şaredariya St. Paul hate lidarxistin.

 

Pankartên bi wêneyên Renee Goode û Alex Pretty, du welatiyên Amerîkî ku îsal li Minneapolis ji aliyê efserên bicîhanîna koçberî û gumrikê ve hatin kuştin, hatin hilgirtin.

 

 

 

Tim Walz: Em li dijî Trump berxwedanê dikin

 

 

Waliyê Minnesota Tim Walz, ji girseyê re got ku berxwedana wan a li hember Trump û polîtîkayên wî, wan dike "cewhera" her tiştê baş li Dewletên Yekbûyî.

 

Komîteya Neteweyî ya Komarî li Kongresê rexne li siyasetmedar û namzetên Demokrat girt ji ber ku piştgirî dane van mîtîngan.

 

 

 

Li New yorkê bi hezaran kes li dijî Trump kom bûn

 

 

 

Li New Yorkê, bi hezaran kes li Midtown Manhattanê kom bûn, li wir aktor Robert De Niro, yek ji organîzatorên xwepêşandanan, got:

 

"Serokên din jî hebûn ku sînorên destûrî yên desthilata xwe ceribandin, lê yek ji wan jî wekî serokê niha gef li azadî û ewlehiya me nexwar."

 

Her wiha girseyek li ser National Mall li Waşingtonê jî kom bû, dirûşmeyên piştgiriya Demokratan qîr kirin û pankartên li dijî Trump hilgirtin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye