Polîsên Afrîkaya Başûr ragihand ku çekdaran li bajarekî nêzîkî paytextê Johannesburg 10 kes kuştine û 10 kesên din birîndar kirine.
Polîsan bi daxuyaniyekê dan zanîn ku hin welatî bi awayekî bêserûber ji hêla çekdarên nenas ve hatine gulebaran kirin.
Li gorî polîsan, di 6’ê kanûnê (2025) de çekdaran li Pretoriayê êrişî malek karkeran kirin.
Di encamê 11 kes hatin kuştin, di nav de zarokekî 3 salî hebû.
Li gorî daneyên polîsan, nifûsa welatê 63 milyon e kese.
Ji Nîsanê heta Îlonê, rojane nêzî 63 kesan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane.