Şeveke ji agir bi ser Îranê û welatên Kendavê re derbas bû.
Ev dîmen yên wan balafir û mûşekên Amerîkî ne ku berî çend saetan berê xwe dabûn Îranê.
Fermandariya Navîn a Artêşa Amerîkayê CENTCOM ev dîmen belav kir û ragihand ku hêzên wan di vê şeva çûyî de li 140 navendên Komara Îslamî ya Îranê dane.
CENTCOM`ê naveroka operasyona herî dawî eşkere kir
navendên embarkirina mûşek û dronan, radar û çavdêriya leşkerî, hêzên deryayî û navendên peywendîkirinê hatine bombebarankirin.
Li gor centcom di hefteyekê de hêzên wan bi 3 pêlên cuda êrîş birine ser Îranê di êrîşên her sê caran de 300 cih û navendên Îranê hatine hedefgirtin.
CENTCOM: Hêzên Amerîkî navendên mûşek û dronên Îranî hedef girtin
Piştî bidawîhatina êrîşên Amerîkayê, bi tîrêjên roja Yekşemê re, Îranê jî bersiv da, wek her car êrîşî ser welatên Kendavê hat kirin.
Îranê êrîşî ser Qeter, Ûman, Urdun, Kuweyt û Îmaratê kir
Supaya Pasdaran da xuyakirin ku wan jî bi mûşek û dronan êrîşî ser navedên Amerîkî li çend welataên derdorê kirin, ew jî navenda Emîr Hisên li Urdunê û 2 navendên hêzên Amerîkî li Kuweyt û Behreynê û bendera Duqum a li Umanê û cihên din li Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî û navenda Îdîd a Amerîkî li Qeterê.
Supaya Pasdaran 2 keştî li tengava Hurmizê hedef girtin
Supaya Pasdaran da xuyakirin ku wan êrîşî ser 2 keştiyan li Tengava Hurmizê kir û ragihand ku Hurmiz ji aliyê wan ve bi temamî hatiye girtin.
CENTCOM: Em tevgera keştîvaniyê li tengava Hurmizê diparêzin
Berovajî vê daxuyaniyê, Artêşa Amerîkayê da zanîn ku Tengava Hurmiz vekîr dimîne û hêzên wan tevgera keştîvaniyê diparêzin.
CENTCOM: Ji Gulanê û heta niha 800 keştî di hurmizê re derbas bûne
Li gor daxuyaniya Centcom`ê ji destpêka meha Gulanê û heya niha ve, 800 keştî di Hurmizê re derbas bûne û 400 milyon bermîl neft bi rêya Tengava Hurmizê bo cihên din ên cîhanê hatine veguhastin.