Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêvajo di hefteya kirîtîk re derbas dibe

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, pêvajoya Aştiyê ku salek di ser giringtirîn gava wê ya çekşewitandinê re derbas bû, di rojevê de ye. Di çarçoveya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de, her kes bendewarê qanûna çarçoveyî û gavavêtina dewletê ye. Ev demeke nîqaşên li ser "Qanûna bingehîn" berdewam dikin. Medya ser bi dewletê ve ragihandibû ku pêşnûme qanûn wê sînordar be. Çavkaniyên DEM Partiyê destnîşan dikin ku pêşnûmeqanûnek li derveyî çarçoveya dan û standinan, ne berfireh be dê di pêvajoyê de xetereyan biafirîne. Çavkaniyên DEM Partiyê destnîşan dikin ku pêşnûme qanûn, dê hefteya bê li Parlamentoyê ji partiyên siyasî re werin pêşkêşkirin û ew li bendê ne ku serdana Îmraliyê bê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di destpêka sedsala borî de, Şêx Mehmûdê Hefîd li wî cihî yek ji hejmarên destpêkê yên rojnameya “Bangî Heq” weşand; rojnameyeke ku bû dengê daxwaz û hişyariya neteweyî. 

Nêzî sedsalek şûnde, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de, Şikefta Caseneyê careke din bû navenda balkêşiyê ye. 

Di çarçoveya pêvajoya aştiyê de û li ser banga Rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan, komek gerîlayên PKK’ê merasîmek ji bo şewitandina çekan li wê derê li dar xist. 

Di wê rojê de, dayîkên aşitiyê, siyasetmedar, rojnamevan û çavdêr li ber Şikefta Caseneyê şahidiya rojek dîrokî dikirin.

Wêneyên 15 gerîlayên jin û 15 gerîlayên xort ku çekên xwe şewitandin bi lez di medya cîhanî û torên medyaya dîjîtal de belav bûn.

Nîqaşên derbarê qanûna çarçoveyî de berdewam dikin

Di salvegara yekemîn a vê merasîma çek şewtandinê de, 

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hemû çav li ser gavavêtinên derbarê pêvajoya çareseriyên de ne.

Nîqaşên derbarê qanûna çarçoveyî ya di çarçoveya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de berdewam dikin. 

Tê payîn di salvegera merasîma şewitandina çekan de ku di 11'ê Tîrmeha 2025'an de li Silêmaniyê hate lidarxistin, qanûn pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.

Her çiqas nîqaş li ser çawaniya avakirina çarçoveya qanûnê berdewam dikin jî, bal li ser amadekariyên Parlamentoyê ne. 

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, di daxuyaniyên xwe yên dawî de, destnîşan kir ku rêziknameyên qanûnî yên ku werin amadekirin dê bûyerek yekcarî ya taybetî ya pêvajoyê bin û çarçove dê berfireh be.

Medyaya alîgirê hikûmetê nivîsandibû ku rêzikname dê bi awayekî kategorîk û ne giştî were amadekirin.

Aliyên peywendîdar ên di dan û standinan de ev îdia red kirin û diyar kirin ku ew li ser rêziknameyek berfireh dixebitin.

AKP: Em li ser qanûnek berfireh dixebitin

Lêbelê, çavkaniyên di nava DEM Partiyê de ragihandin ku Şandeya Îmraliyê sê civînên cuda bi AKP'ê re li dar xistiye û hikûmetê ev peyam daye, 

"Em li ser qanûnek berfireh dixebitin; pêşnûme dê di demek nêzîk de bi partiyên siyasî re were parvekirin."

Çavkaniyan hişyarî dan ku qanûnek ku rewşa rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan çareser neke û hemû aliyan negire nav xwe, dê pêvajoya bêçekkirinê bixe xeterê. 

Di vê çarçoveyê de, hefteya bê pir girîng û krîtîk e. 

Di salvegera yekemîn a şewitandina çekan de, tê gotin ku hem amadekariyên qanûndanînê li Parlamentoyê dê bileztir bibin, hem hevdîtinek nû li Îmraliyê dê di rojevê de be û hem jî pêşnûme qanûn dê hefteya bê were Parlamentoyê. 

Tê payîn ku pêşnûme qanûn bigihêje ber destê partiyên siyasî

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê payîn ku pêşnûme roja duşemê bigihîje ber destê partiyên siyasî û li ser were nîqaşkirin. 

Piştî nîqaşan, endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol wê ji bo pejirandin û nîqaşkirina pêşnûmeyê pêşkêşî Abdullah Ocalan li Îmraliyê bikin.

Daxwaz tê kirin ku qanûn berfireh be

Çavkaniyên DEM Partiyê destnîşan dikin ku pêşnûmeqanûnek li derveyî çarçoveya dan û standinan, ne berfireh be dê di pêvajoyê de xetereyan biafirîne. 

Rêveberiya Tevgerê jî di daxuyaniyên xwe de ragihandiye ku ew pêşnûmeqanûnek ku statuya Abdullah Ocalan diyar nake qebûl nake û ew ê li dijî pêşnûmeqanûnek wisa helwest bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye