David Albright, serokê Enstîtuya Zanist û Ewlehiya Navneteweyî, di raporek nû de li ser operasyonên paqijkirin û ji nû ve avakirina navendên nukleerî yên Îranê yên ku di şerê 12 rojan de hatine hedefgirtin nivîsand.
David Albright di rapora xwe de anî ziman ku di mehên dawî de gelek pêşketin çêbûne.
Di nav wan de temamkirina dîwarekî ewlehiyê li dora kompleksa tunela Îsfahanê û hewldanên ji bo xurtkirina deriyên tunelê bi nixumandina bêtir axê.
Du ji sê deriyên tunelê ji bermahiyan hatine paqijkirin.
Wesayît bi rêkûpêk li derdorê têne dîtin, her wiha li derveyî vî derî du astengiyên zîgzag ên dijî-mûşekên krûzê hene.
Li gorî raporê, wêneyên nû nîşan didin ku cih niha dikeve qonaxên dawî yên avakirinê.