Dezgehên ragihandinê yên hikûmeta veguhêz a Sûriyê dan zanîn ku 3 topên ji aliyên nenas ve hatine avêtin, li nêzî balafirgeha leşkerî ya Mezê ya Şamê ketine.
Hat diyarkirin ku tu zirarên madî çênebûne û hêzên ewlehiyê rêyên derdora deverê girtine û dest bi lêpirsîn û lêkolînan kirine.
Di heman çarçoveyê de, malper û rûpelên ragihandinê dan zanîn ku dengê ambûlans û erebeyên agirkujiyê hatiye bihîstin.
Dezgehên medyayî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê wêneyên '' cihê hedefgirtî'' weşandin, li gorî hêzên ewlehiyê platformek avêtina mûşekan li nêzîkî Balafirgeha Mezê hatiye desteserkirin.
Di heman demê de, çavkaniyên din ên medyayî ragihandin ku çar platformên avêtina mûşekan ên demkî li cihê ku mûşek lê hatine avêtin li Balafirgeha Leşkerî ya Mezê ya Şamê hatine dîtin.