Li Kîevê 3 kes hatin kuştin û 31 jî birîndar bûn

Hêzên Rûsyayê duh bi riya dronan êrîşî paytaxta Ûkraynayê Kîev kir û di encamê de, 3 kes hatin kuştin û 31 jî, birîndar bûn. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Ûkraynayê jî di 24 saetên dawiyê de, hêzên Ûkraynayê 185.6 kîlometre çargoşe, ji navçeya Pokrovsk a herêma Donetskê rizgar kirine û 243.8 kîlometre çargoşe jî paqij kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Rûsya û Ûkraynayê 3 sal û nîv li pey xwe hişt. Di encama vî şerî  gelek kuştî, birîndar çêbûne, gund, navçe û bajar wêran bûne.

Heta niha gelek hewldan çêbûne  ku  şer bê rawistandin, lê heya niha ev hewildan encam negirtin, lewma şer bi dijwarî dewam dike.

Rûsya duh, êrîşek esmanî bi riya dronan, li ser Kîevê pêk anî. Di encamê de, 3 kes hatin kuştin û 31kes ku di nava wande 6 zarok  jî hene , birîndar bûn.

Şaredarê Kîev Vitali Klitschko, da zanîn ku dironeke Rûsî, li ser avahiyek niştecihbûnê ya neh qatî li navçeya Desnyanske ya Kîevê ketiye xwarê û di encamê de, agir bi avahiyê  ketiye.

Zelenskî: Divê cezayên tundtir li ser Rûsya û hevalbendên wê bên sepandin

Piştî vê êrîşê, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, daxwaza cezayên nû yên tundtir li ser Rûsya û hevalbendên wê kir.

Volodîmir Zelenskî: Rûsya nêzîkî 1200 balafirên bêpîlot bikar aniye

Zelensky eşkere kir ku di heft rojên borî de, Rûsya nêzîkî 1200 balafirên bêpîlot, zêdetirî 1360 bombeyên hewayî yên rêberkirî û zêdetirî 50 mûşekên ji cureyên cûda ji bo êrîşan li ser Ûkraynayê bikar aniye.

Karbidestên Leşkerî yên Ukraynayê: Duh me 90 dron xistine xwar

Karbidestên leşkerî yên Ûkraynayê jî, ragihandin ku wan 90 ji 101 dronên ku Rûsyayê ber bi Ûkraynayê ve avêtine, xistine xwarê.

Rûsya: Me zêdetirî 1500 leşkerên Ukraynî kuştine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku di şeva borî de, wan li ser binesaziya leşkerî, tesîsên enerjiyê û rêyên hesinî yên ku xizmetê didin hêzên Ûkraynayê êrîşek  pêk aniye û di encamê de, zêdetirî 1500 leşkerên Ûkraynî kuştine.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov jî,  piştrast kir ku eger Ûkrayna Rûsyayê bi mûşekên rojavayî yên her cureyî hedef bigire, hêzên Rûsyayê, wê bi tundî bersivê bidin.

Medyaya Ukrayna: Rûsyayê 64 êrîş li ser 31 wargehên li 14 navçeyên herêmî pêk anîne

Di heman demê de, Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Ûkraynayê ragihand ku ji sibeha 25'ê Cotmehê heta sibeha 26'ê Cotmeha 2025'an, hêzên Rûsyayê 64 êrîş li ser 31 wargehên li 14 navçeyên herêmî pêk anîne.  Lê, di encama bombebarana Rûsyayê ya li ser herêmê de, ti qurbaniyên sivîl çênebûne.

Medyaya Ukrayna:  185.6 kîlometre çargoşe erdê Ukranyayê hatiye rizgarkirin

Heman Ajansa Nûçeyan diyar dike ku  di 24 saetên dawî de, hêzên Ûkraynayê 185.6 kîlometre çargoşe, ji navçeya Pokrovsk a herêma Donetskê rizgar kirine û 243.8 kîlometre çargoşe jî paqij kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye