Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê Vladimir Padrino ragihand ku welatê wî ji bo parastina peravên xwe ji her operasyonên veşartî yên muhtemel, tetbîqatên leşkerî pêk tîne.
Vladimir Padrino diyar kir ku ev tetbîqat, di demekê de, tên kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî li herêmê berfireh dike û bi taybet piştî fermana Pentagonê ya şandina komeke êrîşker a keştiyên balafiran ji bo herêmê.
Padrîno destnîşan dike ku ev tevgera leşkerî ya Amerîkayê komployek ji bo hilweşandina hikûmeta Venezuelayê ye.
Di heman çarçoveyê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump eşkere ku wî destûr daye CIA`yê ku li Venezuelayê, operasyonan bike.