Jose Manuel Alvarez : NATO tu eleqeya xwe bi vî şerî re tune ye

Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Alvarez ku welatê wî endamê NATO'yê ye, piştrast kir ku NATO di vî şerî de tu rolê nalîze.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Spanyayê li dijî îhtîmala destwerdana NATO'yê li Tengava Hurmizê derket.

Nerazîbûna Spanya piştî ku Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte îşaret bi roleke muhtemel a hevpeymaniyê di vekirina Tengava Hurmizê de kir, hat.

Jose Manuel Alvarez tekez kir ku NATO beşdarî pevçûnê nabe.

Di hevpeyvînekê bi rojnamevanan re, Alvarez got:

"NATO tu eleqeya xwe bi vî şerî re tune. Rojhilata Navîn ne di çarçoveya operasyona NATO'yê de ye."

 

Rutte: Amerîka dixwaze sozên berbiçav ji bo vekirina Tengava Hurmizê werbigire

 

Her wiha çavkaniyên ku bi medyaya rojavayî re axivîn destnîşan kirin ku Rutte ji hikûmetên Ewropî re ragihandiye ku serokê Amerîka dixwaze di nav çend rojan de sozên berbiçav ji bo alîkariya ewlekirina Tengava Hurmizê, werbigire.

Hefteya borî, Trump got ku ew li ser vekişîna ji hevpeymaniya NATO'yê difikire.

Her wiha Serokê Amerîka îdia kir ku hevalbendên Ewropî pişta xwe didin garantiyên ewlehiyê yên Amerîkayê, lê ji bo êrîşên Amerîka-Îsraîlê li ser Îranê piştgiriyek têrker pêşkêş nekirine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye