Piştî ku Hûsiyan ên girêdayî Îranê li Yemenê roja şemiyê yekem êrîşên xwe yên ji dema destpêkirina pevçûnê ve li ser Îsraîlê pêk anîn, metirsiya zêdebûna şerê Îranê zêde bû.
Êrîş, îşaret bi gefeke nû ya potansiyel li ser rêwîtiya deryayî ya cîhanî kir, ku ji ber girtina Tengava Hurmuzê, bandor lê bûye.
Rojnameya Washington Post jî duh şemiyê, bi îdiaya rayedarên Amerîkî, ragihand ku Pentagon ji bo operasyonên bejayî yên hefteyan li Îranê amadekariyan dike.
Rojnameyê ragihand ku plan dikarin êrîşên ku ji hêla hêzên operasyonên taybet û piyadeyên kevneşopî ve têne kirin jî di nav xwe de bigirin. Wê zêde kir ku hîn ne diyar e ka Serokê DYA'yê Donald Trump dê yek ji van planan pesend bike yan na.
Rêveberiya Trump, dema ku şerê li Îranê ket hefteya xwe ya pêncemîn, hêzên deryayî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn bicih kirin û plan dike ku bi hezaran leşker ji Firqeya 82-an a Hewayî ya Artêşa Amerîkî bişîne herêmê.
Duh jî Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê gihîştina keştiya şer a Amerîkî "USS Tripoli" li Rojhilata Navîn ragihand.
Fermandariyê eşkere kir ku keştî nêzîkî 3 hezar û 500 deryavan û leşkerên Amerîkî dihewîne.
Hebûna vê hêzê wekî beşek ji "zexta herî mezin" a rêveberiya Trump tê dîtin da ku Îran pêşniyarên agirbestê bipejirîne.
Piştî êrîşên li ser bingehên li Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê, ev hêz ji bo xurtkirina parastina herêmî hatiye şandin û gelek welatên Kendavê jî piştgiriya hebûna vê hêzê kirin.
Analîst dibêjin ev hêz ji bo şerekî bejayî yê demdirêj têrê nake, lê ji bo operasyonên bi sînor, bilez û bi bandor li peravên Hurmuzê û Kendavê amade ye.
Senaryoyên operasyona bejahî ya li ser Îranê
Li gorî analîzên leşkerî; operasyoneke bejahî ya berfireh li ser axa sereke ya Îranê ji ber erdnîgariya dijwar kêm tê payîn; li şûna wê, çend senaryoyên din hene.
Girava Xarg ku 90% hinardekirina nefta Îranê lê tê kirin, armanca herî sereke ji bo DYA'ê ye. Sezkirina vê giravê dikare aboriya Îranê bi temamî bide sekinandin.
Her wiha Giravên Qeşim û Larak ku ji bo kontrolkirina Tengava Hurmuzê krîtîk in. Dibe ku ji bo bêbandorkirina bataryayên mûşekan û radarên Îranê operasyonên amfîbî lê werin kirin.
Li aliyekî din jî operasyonên taybet ên navxwe jî dibin cihê nîqaşê taybet Îsfahan û Natanzah.
Ji bo vekirina tengavê, dibe ku hin benderên stratejîk jî li perava başûrî ya Îranê ji bo demekê werin dagirkirin.
Operasyoneke bi vî rengî dikare bibe sedema guhertinên mezin di astê cîhanî de:
Serokê Amerîkayê Donald Trump dem da Îranê heta 6'ê Nîsanê ku tengavê veke yan wê êrîşên li ser santralên enerjiyê û binesaziya bejahî zêdetir bibin.