Carlos Alcaraz piştî ku Alexander Bublik di tenê saetek û sê deqeyan de têk bir, rêzeya serketinên xwe yên li ser qadên axê gihand 16 lîstikên li pey hev.
Alcaraz di lîstika destpêkê de servîsa Bublik şikand û piştre 4 derfetên wî hebûn ku servîsê Bublik bişkîne lê nekarî yek ji wan veguherîne.
Bublik di lîstika 4emîn de vegeriya û pêşengiya 3-2 bi dest xist, lê Alcaraz 10 lîstikên din qezenc kir û serkeftinek rehet misoger kir.
Alcaraz dê di nîvfînalê de bi Valentin Vacheru re bilîze ku Alex de Minaur bi encama 6-4, 3-6 û 6-3 têk bir.