Tûra 16'emîn a Kûpaya Cîhanê duh êvarê bi du maçan bi dawî bû û maça yekem a çaryekfînalê dê sibê were lîstin.
Duh êvarê, Arjantîn li Stadyuma Atlanta ya li DYA bi Misirê re hatin gel hev.
Misir di deqeya 15`an de bi 1-0 pêş ket.
Messi piştî vê golê penaltiyeke ku ji tîma wî re hatibû dayîn ji dest da.
Nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû.
Misir di nîvê duyemîn de jî zexta xwe berdewam kir û lîstikeke bi bandor lîst.
Piştî vê lîstika bi bandor, Misir di deqeya 58'an de bi 2-0 ket pêş.
Arjantînê di deqeya 79'an de bi serê Martinez kêmasiya lîstikê daxist 2-1.
Piştî vê golê, Arjantînê zexta xwe zêde kir û çar deqe şûnda, Messi gol avêt û encam kir 2-2.
Arjantînê di deqeya 90+2'an de gola xwe ya sêyemîn avêt û bi 3-2 bi ser ket.
Swîsreyê bi penaltiyan Kolombîya têk bir
Swîsre û Kolombiya li Stadyuma BC Place Vancouver rastî hev hatin.
Her du tîman nekarîn di dema asayî de û dema zêde de golan bavêjin û ev yek bû sedema penaltiyan.
Swîsre di penaltiyan de bi 4-3 bi ser ket.
Bi vê encamê, Swîsre derbasî çaryekfînalê bû û ew ê bi Arjantînê re rû bi rû bimîne.
Çaryekfînalên Kûpaya Cîhanê sibê dest pê dikin
Bernameya tîmên ku derbasî çaryekfînalê bûne, wiha ne:
Fransa – Mexrib 9'ê tîrmehê 23.00
Spanya – Belçîka 10'ê tîrmehê 22.00
Norwec – Îngilistan 12'ê tîrmehê 00.00
Arjantîn – Swîsre 12'ê tîrmehê 04.00.