Tîma Hîlal a Jinan li hember tîma Naser Siûdî bi 4-0 bi bin ketin

Tîma Hîlal a Jinan duh maça xwe ya fînalê li hember tîma Naser Siûdî lîstin û bi encama 4-0 bi bin ketin. Ev Şampiyona Rojavayê Asyayê cara yekem bû ku tîma Hîlal beşdar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tîma Hîlal a Jinan ev yekem car beşdarî Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bûn.

Ev Şampiyonî li Urdinê bi beşdarbûna çar tîman hat lidarxistin.

Yek ji van tîman jî ya Jinên Hîlal bû ku di maça nîvfînalê de li hember tîma Nift Elşemalê bi 2-1 bi serketin.

Bi vê serkeftinê tîma Hîlal a Jinan gihiştin fînala Şampiyoniya Rojavayê Asyayê.

Duh tîma Hîlal bi awayekî pir baş amadekariyên xwe kiribûn da ku maça fînalê bilîzin.

Maça fînalê jî di navbera tîma Hîlal û tîma Naser Siûdî bû ku li stadyuma El-Emîr Mihemed hat lîstin.

Di vê maçê de tîma Hîlal a Jinan gelek hewildan da ku serkeftinê bi destbixin.

Lê di encamê bi 4-0 bi bin ketin û serenavê duyem wergirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye