Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Çînê Xi Jinping civiyan

Li Koreya Başûr Serokê DYA Donald Trump û Serokê Çînê Xî Jinpîng hevdîtinek kirin. Trump ragihand ku piştî hevdîtina bi Xi re, bacên gumrikê yên li ser Çînê kêm bike û dawî li "astengiya erdan" bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump di çarçoveya gera xwe ya li Asyayê duh li Koreya Başûr rêze hevdîtinan pêk anî. Trump bi Serokê Çînê Xî Jinpîng re jî hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê her du alî daxuyanî dan.

Serokê Çînê di daxuyaniya xwe ji bo hewlên wî yên aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên germ ên herêmî pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ji Trump re got:

"Hûn gelekî girîngiyê didin aştiya cîhanê û hûn ji bo çareserkirina pirsgirêkên curbicur ên germ ên herêmî gelekî bi kelecan in.

Ez tevkariya we ya mezin a ji bo peymana agirbesta dawî ya Xezeyê teqdîr dikim."

 

Xi: Nakokî normal in

 

Xi bal kişand ser hinek pirsgirêkên li cîhanê û ji Trump re got:

"Îro cîhan rûbirûyê gelek pirsgirêkên dijwar e. Çîn û Amerîka dikarin bi hev re berpirsyariya xwe wekî welatên mezin hilgirin û ji bo berjewendiya her du welatan û hemû cîhanê karên mezin û berbiçav pêk bînin.

 Ji ber şert û mercên me yên neteweyî yên cuda, em her tim wekî hev nafikirin û normal e ku di navbera du aboriyên pêşeng ên cîhanê de carinan nakokî çêbibin."

Xi da zanîn ku tîmên bazirganiyê yên Çîn û Amerîkayê ku çend carin civiyabûn, dawiya hefteyê li Malezyayê "pêşketineke hêvî dide" bi dest xistine û ji bo dan û standinên dualî "bingeheke saxlem û atmosfereke baş" ava kirine.

 

“Divê Çîn û Amerîka bibin hevpar û dost”

 

Lîderê Çînê ji Trump re got: "Ez her tim bawer dikim ku pêşketina Çînê bi pêşdîtina we ya 'Amerîkayê ji nû ve mezin bike' re hevaheng e.

Her du welatên me bi tevahî dikarin alîkariya hev bikin, bi ser bikevin û bi hev re geş bibin.

Bi salan e min gelek caran bi eşkereyî gotiye ku divê Çîn û Amerîka bibin hevpar û dost."

 

Trump: Xi lîderekî mezin e

 

Trump destnîşan kir ku şandeyên Amerîka û Çînê "ji xwe li ser gelek tiştan li hev kirine" û got ku ew û Xi dê "niha li ser hinek tiştên din jî li hev bikin."

Trump ji rojnamegeran re got: "Serok Xi lîderekî mezin ê, Çîn welatekî mezin e û ez bawer im ku dê demeke dirêj pêwendiyeke me ya fantastîk hebe."

Di şeş salan derbasbûyî de ev cara yekem e ku lîderên du aboriyên herî mezin ên cîhanê rû bi rû dicivin.

Xi û Trump herî dawî di Hezîrana 2019`an de Lûtkeya G20'ê li Osakaya Japonyayê civiyabûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye