Li Sûdanê ji ber kolerayê 235 kes mirine li sûdanê 6000 kes bi kolerayê ketine

Li Sûdanê nexweşiya kolera bi awayekî berfireh belav bûye û heya niha zêdetirî 6 hezar kes bi kolerayê ketine û 235 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nivîsgeha Kordînasyona Penaber û Awareyên Darfûrê li ser belavbûna nexweşiyê li deverên nû yên bajarê Darfûra û kampên Jebel Marra hişyarî da.

 

Li gorî nûçegihanê El Arabiya li Darfûrê û kampên penaberan ji ber nexweşiya kolerayê her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku ji destpêka belavbûnê, ji hezîranê heta niha, hejmara miriyan gihîşt 235 kesan, di heman demê de 6 hezar kes jî bi kolerayê ketine.

 

Ji aliyekî din ve, beşa lezgîn a kampa Ebû Şûk li eyaleta Bakurê Darfûrê eşkere kir ku di rojên dawî de, 60 kes, ku piraniya wan jin, zarok û kal û pîr bûn, ji ber birçîbûn û nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24