Duh bi şev nûçegihanê AW Ronî Rûbar Îmen ê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû Şirnexê di xala lêgerîna polîsan de hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Îmen bi îdiaya “derbarê wî de îxbar heye” ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Îmenê ku di Miduriyeta Polîsan de bi parêzerê xwe re hevdîtin kir bi reya parêzerê xwe peyam şand û ragihand ku polîsan stranên nijadperest pê dane guhdarîkirin û telefona wî jî desteser kirine.
Parêzer diyar kir ku rewşa miwekîlê wî baş e, lê belê êşkenceya fîzîkî û zextên derûnî lê hatiye kirin.
Her wiha parêzer bang li raya giştî ya demokratîk kir ku xwedî li miwekîlê wî derkevin.
Tê payîn ku Îmen ji bo îfade dayînê sewqî dozgeriyê bikin.