Li Bismilê agir bi malekê ket zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Bismilê ya Amedê, agir bi malekê ket, zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest da, dayik û zarokekî din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li taxa Dumlupinar a Bismilê, agir bi qata 3`yem ê avahiyekê ket, lê sedema wî agirî ne diyar e.

Tîmên tendirustiyê û agirkujiyê derbasî cihê bûyerê bûn, agir kontrol kirin û kesên birîndar jî, ji nav agir derxistin.

Dayikek û 2 zarokên xwe ku ji ber agirî birîndar bûn, ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Tevî hemû mudexeleyan jî, zarokê 2 salî jiyana xwe ji dest da û dermankirina her du kesên birîndar jî berdewame.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye