Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Ekrem Îmamoglu, Rêvebiriyê Karên Nivîsê yê Televîzyona TELE 1 Merdan Yanardag û şêwirmend û Rêvebirê Kampanyaya Îmamoglu Necatî Ozkan de lêpirsîna "sîxuriyê" da destpêkirin.
Piştî lêpirsînê, Îmamoglû peyamek vîdyoyî li ser medyaya civakî belav kir. Vîdyo bi sernivîsa "Ne komployên we ne jî hîleyên we nikarin min ji rêya min dûr bixin! Ez, Ekrem Îmamoglû, kurê rastîn ê vê axê, dê bi hebûn û kiryarên xwe we bitirsînim" hate parvekirin:
"Ez Ekrem Îmamoglû me, di 3ê Hezîrana 1971an de li Trabzonê ji dayik bûm. Şaredarê Stenbolê, bajarekî ku 16 milyon kes lê dijîn, kabûsa we ya herî xirab e. Ez bi hebûn û kiryarên xwe we ditirsînim. Ez ê berdewam bikim."