Lezgin

Bahçelî peyama cejnê weşand: Reyekê din nîne

reset font size increase font size

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ji bo Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand. Di peyama xwe de, Bahçelî bal kişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û destnîşan kir ku rêyeke din ya wan nîne û banga xwedî derketina li pêvajoyê kir.

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û li ser pêvajoyê peyam da. Bahçelî da xuyakirin ku Dê Rêveberiya mîlet bi pîvan û li ser esasê damezrîner yê komarê tevbigere û got: “Divê ev firsenda zêrîn ji dest neyê revandin. Di vê çarçoveyê de berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê me hemûyan û her kesî. Divê cih ji qezayên usûl û ziman re neyê dayin, bi rengekî eşkere dûrî ji rojevên veşartî û ferzkirinê, divê em xwedî li welatê xwe derkevin.”

Bahçelî: Em ji têkoşîna xwe tavîz nadin

Bahçelî diyar kir ku piştî çek û armancên wê ji navberê vekişiya wê hêza bêhempa ya sedsala nû Tirkiye be û got: "Li gel propagandayên reşkirinê, nûçeyên derewîn, îdîayên bêbingeh, îftira û sûcdariyên neheq em ti carî tawîzê ji têkoşîna xwe nadin, em ê nedin.”

Bahçelî da diyarkirin ku ew ê hiqûqa xwe ya xwişk û biratiyê ya hezar salî bi wêrekî biparêzin.

Di berdewamiya daxûyaniya xwe de, Bahçelî got ku rêyekê din ya wan nîne ku li hember van komployên li hember xwişk û biratiyê, li hember êrîşên li ser hebûna welat û mîlet, li hemberî xweranegirtina li pêşeroja Tirkiye ye. 

Bahçelî cejna qurbanê li hemû gelan pîroz kir û got: “Bersiva herî bihêz û mayînde ya ji bo cudakarî û lêgerînên perçekirinê di manewiyata cejnê de ye.”

Demhat Îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24