Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku termên dîlên Îsraîlî ku ji aliyê Hemasê ve hatine girtin, bi giştî radestî Îsraîlê nebûne û hişyarî da ku heke tevger pabendî peymana agirbestê nebe, dibe ku çalakiyek bi piştgiriya Amerîkayê pêwîst be.
Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Social'ê, bal kişand ser darvekirinên dawî yên ku Hemasê li dijî sivîlên Filistînî pêk aniye û got:
"Heke Hemas li Xezeyê mirovan bikuje, em ê neçar bimînin ku biçin hundir Xezeyê û Hemasê tune bikin."
Ji dema ku hêzên Îsraîlê bi qismî ji Xezeyê vekşiyan, Hemasê hin taxên Xezeyê kontrol kirin û darvekirinên kolanan pêk tîne.
Hemas pabendbûna xwe ya bi peymana Xezeyê re piştrast kir
Hemasê jî, duh êvarê pabendbûna xwe ya bi peymana Xezeyê û vegerandina cenazeyên hemû girtiyên mayî piştrast kir.
Hemasê anî ziman ku vegerandina cenazeyên girtiyên Îsraîlî dibe ku demekê bigire, ji ber ku hin ji wan di tunelan de hatine veşartin, hinên din jî di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de mane.
Hemasê li gorî peymana agirbestê 20 girtiyên zindî yên Îsraîlî berdan, lê tenê cenazeyên 9 ji 28 girtiyên ku mirine radest kirin.
Fransa û Brîtanya ji bo şandina leşkeran bo Xezeyê amadekariyê dikin
Ji aliyê xwe ve, Fransayê duh ragihand ku ew bi Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dixebitin, da ku di rojên pêş de biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) temam bikin ku wê bingeha bicihkirina hêzeke navneteweyî li Xezeyê deyne.
Her wiha şêwirmendên Amerîkî gotin ku di nav welatên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi wan re diaxive de ku beşdarî hêzê bibin, Endonezya, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Misir, Qeter û Azerbaycan hene.
Serokê Endonezyayê Prabowo Subiranto jî, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, gotibû ku heke biryarek ji aliyê NY ve were pejirandin, Endonezya amade ye ku 20 hezar leşker bişîne Xezeyê.